ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-12-2025
13 kanûn, 2025   02:00

Nûrî Şêxo diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomîne û got ev nêzîkatî li dijî rêgezên yekitiya nîştimanî û dûrî nirxên mirovahiyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Li herêmên perava Sûriyeyê rojane bi ser malan de tê girtin, mirov têne revandin û qetilkirin, nexweşiyên psîkolojîk bi zarokan re çêdibin. Şênî banga parastinê dikin. BI WÊNE

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku MSD û QSD’ê gelek dosya ku dikarin zû werin çareserkirin, pêşkêşî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirine, lê bersiva hikumetê têrker nîn e û got "Nabe bi faktora demê were lîstin an jî pêşniyarên hatine kirin werin paşguhkirin. Pêdiviya me bi bersivên zelal heye." BI WÊNE Û DÎMEN

Hewldanên ji bo çareserî û avakirina Suriyeyê bi dijwarî didomin. Demokrasî mijara ku li ser zimanê her kesî ye, lê her aliyek feraseta xwe ferz dike. Lewma pirsa “Kîjan demokrasi?” tê kirin. BI WÊNE

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Cizîrê konferansa Yekitiya Ajokaran a 2ˊyemîn li bajarê Hesekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera xwe ya 10ˊemîn û yekemîn salvegera hilweşîna rejîmê, li bajarê Hesekê şahiyekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên parêzer ên Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelê li hola yekitiyê ya Hesekê li dar dixin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Ramî Mihemed Xelef li Pakrewangeha Şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN