Di şahiya li Derayê de bombeyek teqiya, lingê kesekî qut bû

Di şahiyek li gundê Abdîn ê rojavayê Derayê de bombeyek hat avêtin û teqiya, lingekî kesekî qut bû û hejmarek kes birîdnar bûn.

Di şahiya li Derayê de bombeyek teqiya, lingê kesekî qut bû
12 kanûn, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di şahiyekê li gundê Abdîn ê devera Yermûk a rojavayê Derayê de bombeyek teqiya.

Heman çavkaniyan da zanîn ku di şahiyê de 2 bombe hatin avêtin, yek teqiya û ya din neteqiya. Lê di teqînê de welatî Muhsin Ziyad El Muhsin lingê xwe qut bû û hejmarek kes jî birîndar bûn.

(mh/fr)