Di êrîşa Hewlêrê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Supayê Pasdarên Îranê duh bi şev êrişî Hewlêrê kir, di encama êrişê de ji heman malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa Hewlêrê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
16 ÇILE, 2024   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Supayê Pasdarên Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî balafirxaneya Navnetewî û navçeyên Pîrzîn û Bineslawa yên Hewlêrê kir. di encama êrişê de karsazê bi navê Pêşrew Dîzeyî û 3 ferdên din ên malbata Dîzeyî jiyana xwe ji dest dane,7 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan dengê teqînên mezin li gelek taxên Hewlêrê jî hatine bihîstin, derî û penceryên xelkê şikestine û tirsek mezin ketiye nava welatiyan.

Piştî êrişê Supayê Pasdarên Îranê berpirsyartiya êrişê girt ser xwe.