Rojnameyên erebî: Tirkiye dixwaze jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike

Rojnameyên erebî vê sibê behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa Yemenê û Xezayê kir.

Rojnameyên erebî: Tirkiye dixwaze jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike
16 ÇILE, 2024   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Tirkiye binesaziya bakurê Sûriyeyê dike hedef" weşand. 

Di nûçeyê de ragihand ku artêşa Tirk careke din stasyonên kehrebeyê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin, di encamê de bi sedan gund û bajarok bê kehrebe mane.

Rojnameyê da zanîn ku hêzên dewleta Tirk ji înê ve binesaziya herêmê, stasyon û kargehên parzûnkirina petrolê û stasyonên kehrebeyê bombebaran dike.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku li gorî çavdêran, dewleta Tirk bi zanabûn êrişî binesaziya herêmên Rêveberiya Xweser dike ku armanca wê, koçberkirina şêniyan e û jiyanê li wan herêman tune bike.

Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk îdia dike ku armanca operasyonên wê yên leşkerî, têkbirina PKK`ê ye lê belê Enqere mijûlbûna civata navneteweyî bi şerê Xezayê û aloziya li Deryaya Sor bi kar tîne, navendên sivîl û aborî yên herêmên Rêveberiya Xweser bombebaran dike.

‘PIŞTÎ ÊRIŞÊN DYA Û BRÎTANYAYÊ ALOZIYA LI YEMENÊ GIRÊKTIR DIBE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd der barê êrişên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Brîtaniyayê yên li dijî baregehên leşkerî û balafirgehên girêdayî koma Ensarullah (Hûsî) de nûçeyek parve kir û diyar kir ku van êrişan aloziya Yemenê girêktir kir.

Her wiha li gorî rojnameyê, êrişên DYA û Brîtanyayê, bandor li dan û standinên aştiyê yên li Yemenê jî kir ku piştî ragihandina şandeyê NY`yê Hans Grundberg hinekî bi pêş ketibûn, herî dawî ji bo bidawîkirina şerê li Yemenê û amadekirina pêvajoyeke siyasî ya bi sponseriya NY`yê, gihaştibûn hin tedbîran.

‘JI DÎMENAN ANALÎZEKE CUREYÊN ÇEKÊN HEMASÊ Û JÊDERÊN WAN’

Tora El Hura jî cih da şerê li Xezayê û di wê çarçoveyê de diyar kir ku li gorî hin dezgehên çapemeniyê yên DYA’yê Hemas tifinkên sekvaniyê yên Îranê, çekên din ên Ak-47 ên Çînê û Rûsyayê, moşekên li Koreya Bakur û Bulgaristanê hatine çêkirin û moşekên li dijî tankan li hemberî artêşa Îşraîlê bi kar tîne.

(şx)