Ji ber bombebaranê aşxaneyeke sereke ya herêmê jî rawestiya

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de duyemîn aşxaneya herî mezin a navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê rawestiya. Ev dê bandor li hilberandina nan bike.

Ji ber bombebaranê aşxaneyeke sereke ya herêmê jî rawestiya
Ji ber bombebaranê aşxaneyeke sereke ya herêmê jî rawestiya
Ji ber bombebaranê aşxaneyeke sereke ya herêmê jî rawestiya
Ji ber bombebaranê aşxaneyeke sereke ya herêmê jî rawestiya
Ji ber bombebaranê aşxaneyeke sereke ya herêmê jî rawestiya
Ji ber bombebaranê aşxaneyeke sereke ya herêmê jî rawestiya
16 ÇILE, 2024   11:28
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Balafirên dewleta Tirk a dagirker 14`ê Çileyê aşxaneya El Xêrat a li başûrê navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê bombebaran kir. Ev aşxane li navçeyê duyemîn aşxaneya herî mezin e û pêdiviya ard a kantona Cizîrê û beşeke kantona Dêrazorê peyda dike. 

Xwediyê aşxaneyê ku 2014`an hatiye avakirin, Ebdullah Dirbas got: "Dewleta Tirk dixwaze rewşa welatiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aloz bike."

Aşxaneya El Xêrat, rojane zêdetirî 50 ton ard hildiberand. Debara jiyanê ji zêdetirî 20 malbatî re peyda dikir ku piraniya wan ji Helebê, Dêrazor û Hesekê ne. Dirbas diyar kir ku nêzî 750 milyon lîre zirar bi aşxaneyê hatiye.

Ebdullah Dirbas wiha domand: "Herî kêm mehek gerek e heta aşxane dîsa bixebite. Ji ber wê, wê ard li herêmê kêm bibe û dê bi xwe re bandorê li hilberandina nan jî bike."

Di êrişa li ser aşxaneyê de 2 karker; Hisên Ayiş (45) ê ji Hesekê û Mihemed Xêr Ehmed Şêxî (23) ên ji Helebê birîndar bûbûn.

(şx)

ANHA