Di êrişê Amerîka yên li ser Yemenê de 4 kes hatin kuştin

Di êrişên Amerîkayê yên li ser paytexta Yemen Senayê de 2 jê ji 4 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.

Di êrişê Amerîka yên li ser Yemenê de 4 kes hatin kuştin
7 nîsan, 2025   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên yemenî, ragihandin ku di êrişên Amerîkayê yên bi şev ên li ser navçeya Şiûb a Senayê de 2 jê jin 4 kes hatin qetilkirin, her wiha 11 jê jin û zarok bi giştî 25 kes jî birîndar bûne.

Amerîkayê ragihand ku wê 3 êriş li ser navçeya Sefra ya parêzgeha Seida û 3 êrişên din li dijî herêma Benî Hesen a navçeya Ebes a parêzgeha Hecayê pêk anîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Hûsiyan jî daxuyandî da û got "Êrişên û bombebarana aşkera ya Amerîkayê ya dijmin ên li dijî sivîlan sûcekî şer e ku tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê kirine."

Televîzyona El Mesîra jî ragihand ku balafirên Amerîkayê 4 êriş li ser girava Kemran a parêzgeha Hudeydayê pêk anîn, lê der barê windahiyan de tu agahî parve nekir.

) bb)