Teqînên li gundewarê Şamê encamên perwerdeyên leşkerî ne

Dengê teqînên ku li gundewarê Şamê hatin bihîstin, encamên perwerdeyên leşkerî ne ku tê de çekên giran hatin bikaranîn.

Teqînên li gundewarê Şamê encamên perwerdeyên leşkerî ne
7 nîsan, 2025   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh derengiya şevê li herêmên Dîmas û Cemraya yên gundewarê Şamê dengê teqînan hatin bihîstin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê mijarê de agahî belav kirin. SOHR’ê da zanîn ku "dengê teqînên ji derdora Şamê hatin bihîstin, encamên perwerdeyên leşkerî ne ku li herêma Dirêc a gundewarê Şamê hatine kirin û tê de çekên giran hatin bikaranîn. Ev yek jî bû sedema ku tirs di nav şêniyan çêbibe."

(bb)