Di êrişa Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa hewayî ya Ukrayna ya li ser herêmên Moskovê de 3 kes hatine kuştin.

Di êrişa Ukraynayê de 3 kes hatin kuştin
17 gulan, 2026   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Moskovê, Andrey Vorobyov der barê mijarê de agahî li ser Telegramê weşandin.

Parêzgar diyar kir ku hêzên parastina hewayî yên Rûsyayê ji saetên serî sibehê ve dest bi bersivandina êrişeke berfireh a bi dronan a li ser paytextê kir.

Andrey Vorobyov  da zanîn ku di êrişê de jinek li bajarokê Khimki ê bakurê rojavayê Moskovê hatiye kuştin û 2 mêr jî li gundekî li navçeya Mytishchiyê yê li bakurê rojhilatê bajêr hatine kuştin. Her wiha destnîşan kir ku li gelek deveran xanî, avahî û binesaziyê zirar dîtine.

 Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy vê dawiyê gotibû "Rûsyayê yek ji êrişên hewayî yên herî dijwar ji destpêka şer ve pêk aniye, di êrişê de bi sedan dronan li dijî bajarên Ukraynayê bi kar aniye."

Dan û standinê di navbera Rûsya û Ukraynayê de sekinîne. Nakokî li ser kontrolkirina herêmên rojhilatê Ukraynayê hene.

(bb)