Li Bexdayê teqîn

Fermandariya Operasyonên Bexdayê ragihand ku îro teqînek biçûk li nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê rû daye.

Li Bexdayê teqîn
17 gulan, 2026   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Operasyonên Bexdayê derbarê teqînek ya li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro danê siharê saet di 09:30’an de li nêzîkî Balafirxaneya Navnetewî ya Bexdayê teqînek biçûk çêbûye û ev bûyer ji aliyê rayedarên ewlehiyê ve hatiye kontrolkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku di teqînê de tu ziyanên canî çênebûne û rewş di bin kontrolê de ye.

Derbarê sedema teqînê de agahî nehatin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev teqîn di demekê de rû da ku îro wezîrên nû yên hikûmeta Iraqê bi fermî dest bi karên xwe kirin.