Di êrişa Rûsyayê ya li Ukraynayê de 4 kuştî, 19 birîndar

Hate ragihandin ku di encama bombebarana Rûsyayê ya li ser bajarê Zaporizhya yê li başûrê Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa Rûsyayê ya li Ukraynayê de 4 kuştî, 19 birîndar
11 kanûn, 2024   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Zaporizhya ya li başûrê Ukraynayê Îvan Fedorov ragihand ku hêzên Rûsyayê bi moşekekê êrişî klînîkeke taybet kir.

Polîsên Ukraynayê jî ragihand ku di êrişê de 4 kes hatine kuştin û 19 kes jî birîndar bûn. Polîsan diyar kir ku lêgerîna li binê kavilan dewam dike û dibe bîlançoya kuştî û birîndaran zêde bibe.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky êriş şermezar kir û daxwaz ji welatên Ewropayê kir ku pergalên parastina hewayî, tevî bataryayên Patriot ên amerîkî pêşkêşî welatî wî bikin.

) bb)