Di êrişa Rûsya ya li Ukraynayê de bi kêmanî 11 kes mirin

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrişa hewayî ya Rûsya ya li bajarê Kharkivê de herî kêm 11 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Di êrişa Rûsya ya li Ukraynayê de bi kêmanî 11 kes mirin
26 gulan 2024   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê bajarê Kharkiv Oleg Sinigubov îro ragihand ku balafirên Rûsyayê duh (Şemiyê 25’ê Gulanê) li bajarê Kharkivê (duyemîn mezintirîn bajar li Ukraynayê) dikanek bombebaran kir. Sinigubov diyar kir ku di bombebaranê de 11 kes hatin kuştin.

Li gorî bîlançoya pêşîn ku Sinigubov duh ragihandinbû, di êrişê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 40 jî birîndar bûn. Siniguboav destnîşan kiribû ku çarenûsa 16 kesan ne diyar e.

Sinigubov ragihand ku êrişa Rûsyayê bi rêya 2 bombeyan ku ji hewa ve hatin avêtin pêk hatibû û got, di nava kuştiyan de kesên ku di dikanê de dixebitîn hene.

Çapemeniya Rûsya ku agahiyên xwe ji çavkaniyên ewlehiyê yên rûsî girtine ragihand ku derbeyek bi moşekan depoyeke leşkerî û navendeke fermandariyê yên li avahiyê wêran kirin.

(bb)