Wê li 134 şaredariyan hilbijartin çêbibin

Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 192 bajar û bajarok hatiye dabeşkirin, lê hinek dever di bin dagirkeriyê de ne û hinek jî di aliyê binesaziyaê de hin nehatine amadekirin, lewma wê hilbijartin li 134 şaredariyan çêbibe.

Wê li 134 şaredariyan hilbijartin çêbibin
26 gulan 2024   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Qanûna Dabeşkirina Îdarî ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 10’ê Gulanê (2024) ji aliyê Meclisı Gelan ve hatibû derxistin. 

Di qanûnê de Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî 7 kanton, 6 bajarên mezin, 45 bajar û 141 bajarokan hatiye dabeşkirin.

Li gorî yasaya hilbijartinê pêwîste li 192 navendan hilbijartinên şaredariyê bihatana lidarxistin. Lê ji ber herêmên Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz, Girê Sipî û Serêkaniyê dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ne, li van herêman hilbijartin nayên pêk anîn. Herwiha li hinek deverên ku nû bûne bajar û bajorêk jî binesazî ya pêwîst nehatiye çêkirin, lewma li wan deran jî hilbijartin çênabin.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinê cihên ku derfetên hilbijartinê lê hene weke 5 bajarên mezin, 37 bajar û 91 bajarok diyar kirine.

Li gorî van agahiyên wê li Kantona Cizîrê ji bo 67 şaredariyan, Kanto Dêrazor 18, Kantora Reqa 15, Kantona Firatê 14, Kantona Minbicê 6, Kantona Tebqa 9 û Kantona Efrîn û Şehba jî ji bo 5 şaredariyan hilbijartin çêbibin. 

Li kantonan navendên ku dê hilbijartin lê çêbibin wiha ne:

1-KANTONA CİZÎRÊ

Bajarên mezin: Hesekê û Qamişlo

Bajar: Şedad, Amûde, Dirbêsiyê, Tirbespiyê (Qehtaniye -Qibûr Heyûriye), Çilaxa (Hewadiye), Gerkê Legê (Mabed), Dêrik (Malikiye), Til Koçer (Yarûbiye), Til Hemîs, Til Birak, Hol, Til Temir, Zirgan (Ebû Rasên), Mergede û Erîşe.

Bajarok: Er-Or, Til-Xenzîr, Til Tawîl, Tiweyne, Til Bêder, Redşeqra, Mexrûm, Um Medfe, Til Mecdel, Tenûriyê, Girbawî, El-Useybex, Sefih, Ebdan, Ebû Fas, Herîrî, Caxir Bazar, Tobîz, Tobo, Sinceq Sadûn, Ebû Feri, Hilwa, Til Marûf, Maşûq, Abrê, Kîşke, Mistafawiye, Xana Serî, Robarya, Eyn Dîwar, Girê Fatî, Xirbet El Bîr, Til Ehmed, Ukaz, Ebû Cirin, Ceza, Smîhan, Til Hemdî, El Fedxemî (xeta rojhilat), Til El Şayir, Um Huceyre, El Hedadiye, El Xera, Qibûr El Qeracne, Qeremanî, Til Kerem, Xenamiye, Sêgir û Til Emîr.

2-KANTONA DÊRAZORÊ:

Bajar: Kesra, Cezrat, Hecîn, Ebû Hemam, Keşkiye, Xeranîc, El Şihîl, Zubyan, Şafa û Sûse.

Bajarok: El Sewa, El-Buseyra, El Keber, Mihêmîde, El Husan, Ceîd Igêdat, El Tayane, Baxoz.

3-KANTONA REQAYÊ:

Bajarê mezin: Reqa.

Bajar: Kerame û Hezîme.

Bajarok: El Ikêrşî, Retla, Sehlebiye, Gidêran, El Qehtaniye, El Cedîdet, El Galta, Tişrîn û El Reşîd, El Hemrat, El Kesrat û El Hos.

4-KANTONA FİRATÊ:

Bajarê mezin: Kobanî.

Bajar: Sirîn, Qenaya, Eyn Îsa û Çelebiye.

Bajarok: Şêran, Qadiriye, Til Xezal, Remale, Bênder, Taşlûk, Cirin, Hîşe, Belek.

5-KANTONA MİNBİCÊ:

Bajarê mezin: Minbic.

Bajar: Ebû Qelqel û El Muhterêq.

Bajarok: Heyê, El-Farat, Til Hozan,

6-KANTONA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ:

Bajar: Til Rifat,

 Bajarok: Şêrawa, Ehrez, Ehdas, Fafîn

7-KANTONA TEBQAYÊ:

Bajar: Tebqa, Mensûra, Cirniye.

Bajarok: Siweydiye, Sefsafa, Şemsedîn, El Bû Asî, El Hemam û El Mehmûdlî.

(a)

ANHA