Di êrişa li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin
23 tebax, 2026   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişên îro yên Îsraîlê yên Ii ser Xezayê de zarokekî 4 salî di nav de 3 kes hatin kuştin û nêzî 14 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Saziya Parastina Sivîl Mehmûd Besil ji AFP‘ê got, di êrişa li ser bajarokê Zewayîda yê naverasta Xezaya ya li dijî stasyoneke sotemeniyê de zarokê bi navê Mihemed Ebduselam Taha hat qetilkirin û hin kes birîndar bûn.

Besel destnîşan kir ku di 2 êrişên li ser kampên Nisêrat û Mexezaî de 2 kesên din hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rêveberên Nexweşxaneya Şuheda El Eqsayê, 3 cenaze û hin birîndar gihaştin nexweşxaneyê û bi kêmanî rewşa 2 birîndaran giran e.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Xezayê dane zanîn ku rojohilatê Xan Yûnisê, bajarê Xezayê, kampa El Mexazî û Beyt Lahiyayê, tevî hin deverên din bi bomdarî hatin bombebarankirin. Çavkaniyan got, qeyikên masîgiran li peravên Xezayê hatin gulebarankirin.

(bb)