Di êrişa li Kîevê de 8 kes birîndar bûn

Li Kîevê ji ber êrişa bi moşekan 8 kes birîndar bûn. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê 10 moşek li Belgorodê îmha kirine.

Di êrişa li Kîevê de 8 kes birîndar bûn
21 adar, 2024   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê paytaxta Ukraynayê Kîevê got îro serê sibê êrişeke bi moşekan ji aliyê Rûsyayê ve hatiye kirin û di encamê de 8 kes birîndar bûne û ziyanên madî çêbûne.

Şaredarê Kîevê diyar kir ku yekîneyên parastina hewayî bersiva êrişê da û da zanîn ku bermahiyên moşekan li deverên cuda yên bajar ketine xwarê. Şaredar piştrast kir ku di êrişê de 8 kes birîndar bûne.

Her wiha rayedarên kantona Belgorodê ragihand ku pergala parastina hewayî ya Rûsyayê 10 moşek xistine xwarê.

(bb)