Gerîlayan Newroz bi operasyona şoreşgerî pêşwazî kir: 41 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di berbanga Newrozê de li Zapê operasyoneke şoreşgerî li dar xist û 41 leşkerên artêşa Tirk a dagirker ceza kirin, dest danî ser gele çek û cebilxaneyan.

Gerîlayan Newroz bi operasyona şoreşgerî pêşwazî kir: 41 dagirker hatin cezakirin
21 adar, 2024   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di qada hewayî de dijî dewleta Tirk a dagirker serkeftinên mezin bi dest xistine û Newroza 2024’an diyarî gelê Kurd kiriye; ji bajahî ve jî 19’ê Adara 2024’an bi operasyonek şoreşgerî darbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistiye û Newroza gel pîroz kiriye.

Di daxuyaniyê de têkildarî operasyona şoreşgerî ev agahî hatin parvekirin:

"Meşa serkeftinê ya Gerîlayên Azadiyê bênavber didome. Gerîlayên me Newrozê ku cejna vejîn û berxwedanê ye bi ruhê Kawayê Hemden Rêheval Mazlum Dogan pêşwazî dike. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di qada hewayî de li hemberî dewleta Tirk a dagirker serkeftinên mezin bidest xistin û Newroza 2024’an diyarî gelê Kurd kiriye. Gerîla ji bejahî ve jî roja 19’ê Adara 2024’an bi operasyonek şoreşgerî derbayên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û Cejna Newrozê li gelê me yê welatparêz pîroz dike.

TEKNÎK Û TAKTÎKEK TAYBET HAT BIRAKANÎN

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delî, li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê roja 19’ê Adarê, li hemberî 3 baregehên ku artêşa Tirk a dagirker lê bicîh bûye, saet di 09.25’an de Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok hat lidarxistin. Operasyona şoreşgerî bi teknîk û taktîkek taybet bi înîsiyatîfa hêzên me destpê kir û destpêkê li dagirkerên ku li noqteya Şehîd Cemre bicîh bibûn hat xistin. Di lêdana bibandor de 2 konteynir, çadirek û mewziyek hat îmhakirin; 15 dagirker hatin cezakirin û 9 dagirker jî birîndar bûn. Piştî vê lêdanê dagirkerên li Şehîd Cemrehatin hedefkirin bi bandor li wan hatiye xistin. Di êrişên vî baskê operasyonê de 2 dagirker hatin cezakirin, yek birîndar bû, 2 mewzî û bombe avêjek bi zincîr hatin îmhakirin.

JI 4 BASKAN VE LÊDAN

Dagirkerên li qada Şehîd Cesur bicîh bûne ji 4 baskan ve hatine hedefkirin û bi awayekî bibandor li wan hatiye xistin. Li vir bi giştî 24 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû. Hêza operasyona şoregerî çûye ser cenazeye 7 dagirkeran û dest danî ser çekek roket avêj a B7, çekek nîv otomatîk a BKC, zincîr û 150 guleyên wê, dûrbînek rojê, sîstemek deng, yek lepik, 2 bataryayên termal û adaptorên wan û 2 kamerayan. Hêza gerîlayên me yên profesyonel çeka roket avêj a B7 ku desteser kiribû, li dijî dagirkeran bikar anî. Panzera dagirkeran ku bi roketa B7 hate lêxistin, derbe xwar. 

Dagerkerên li qada Şehîd Pirdogan bi cîh bûne jî, bi çekên ferdî û nîv otomatîk hatin hedefkirin û bi awayekî bandor li wan hat xistin. Di encama van êrişan de kamerayek Mobese û 3 projektor hatin îmhakirin.

Dagirkerên ku dixwestin bi wesayîtên mertalî mudaxeleyê qada çalakiyê bikin, ji aliyê hêza operasyona şoreşgerî ve hatin hedefgirtin û bi awayekî bandor li wan hat xistin. Di lêdanê wesayîtên mertalî derbe xwarin û neçar man paşve vegerin.

41 LEŞKER HATIN CEZARKIRIN 

Di Oporesyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok de bi giştî 41 dagirker hatin cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn. Çekek roket avêj a B7, çekek nîv otomatîk a BKC, zincîr û 150 guleyên wê, dûrbînek rojê, sîstemek deng, yek lepik, 2 bataryayên termal û adaptorên wan û 2 kamera hatine desteserkirin. Bombe avêjek bi zincîr, çekek ferdî ya MPT-55, 7 kamera, 12 kamerayên Mobese, 8 projektor, 7 mewzî, 3 konteynir, 2 çadir û radarek jî hatine îmhakirin.

Di vê operasyona şoreşgerî de rêhevalên me Ekîn û Canşêr ku bi ruhê Newrozê bi ser dijmin de çûn û bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê. Agahiyên berfireh ên nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wê piştre bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re werin parvekirin.