Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin

Newrozê ya li navçeya Rezan a Amedê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” pîrozbahî tên lidarxistin. Di pîrozbahiyên bicoş de agirê Newrozê hate vêxistin. Li qada ku dirûşma “Bijî Serok Apo” lê bilind dibe coşa gel gihişt lutkeyê.  

Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
21 adar, 2024   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serketinê ye" li Parka Newrozê ya Rezanê tê lidarxistin, dest pê kir.

Dika pîrozbahiyê bi pankarta 'Zimanê me rûmeta me ye" û "Ciwan temînata azadiyê ne" hate xemilandin.

Li qada Newrozê wêneyên Kemal Kûrkût, Denîz Poyraz û Jîna Emînî hatin daliqandin.

Ji welat û derveyî welat gelek mêvan ji bo Newroza Amedê hatin vexwendin. Dayikên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Nobeda Edaletê de ne tevlî Newrozê bûn.

GUH NEDAN BARANÊ: DIRÛŞMA 'BIJÎ SEROK APO' BILIND DIBE

Ji 6 nuqteyên cuda bi deh hezaran kes bi alên DEM Partiyê herikîn qada pîrozbahiyê. Girseya gel guh neda baranê û li ber dahol û zirneyê dest bi gerandina govendê kir.

Ji qada Newrozê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" bilind dibe. Her wiha peyamên têkildarî azadiya Abdullah Ocalan têne dayin.

Tevlîbûna zêde ya ciwanan balê dikişîne. Ciwanên ku alên DEM Partiyê hildane, bi stranên berxwedanê coşeke mezin didin pîrozbahiyê. Beşeke mezin a beşdaran jî kincên neteweyî li xwe kirine.

Pîrozbahiya Newrozê bi coş dewam dike.