Di êrişa li başûrê Lubnanê de 3 kes hatin kuştin

Parastina Sivîl a Lubnanê ragihand ku di êrişî Îsraîlê li ser Dahiya başûrê Beyrûtê de herî kêm 3 kes hatine kuştin û 6 birîdnar jî rakirina nexweşxaneyekê.

Di êrişa li başûrê Lubnanê de 3 kes hatin kuştin
14 hezîran, 2026   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Parastina Sivîl a Lubnanê, di êrişên Îsraîlê yên li ser Dahiya başûrê Beyrûtê de herî kêm 3 kes hatine kuştin. Îsraîlê jî dibêje wê hedefên Hizbullahê kirina armanc.

Parastina Sivîl got ji dema êrişan ve endamên wê li herêma Xibêrî xebatên lêgerîn, rizgarkirin û rakirina kavilan dane destpêkirin. Heta niha 3 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin û 6 jî rakirina nexweşxaneyekê.

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu daxuyand ku ji bo bersivdana êrişên li dijî xaka Îsraîlê, artêşa Îsraîlê li DAhiya başûrê Beyrûtê hedefên Hizbullahê kirine armanc.

(fr)