Parêzgarê Hesekê: Dem ji vekirina deriyê Nisêbînê re divê

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed aşkera kir ku vekirina deriyê Nisêbînê hat paşxistin û anî ziman ku di vê hefteyê de derî nayê vekirin, ji ber tedbîrên girêdayî vekirinê pêdiviya xwe bi demeke zêde heye.

Parêzgarê Hesekê: Dem ji vekirina deriyê Nisêbînê re divê
14 hezîran, 2026   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed diyar kir ku deriyê Nisêbînê yê sînorî yê ser bi Tirkiyeyê ve di vê hefteyê de nayê vekirin. Di civîneke çapemeniyê ya li Şamê de ji ragihandinê re der barê agahiyên têkildarî nêzîkbûna vekirina derî de axaftinek parve kir.

Ehmed da zanîn ku pêdiviya jinûve vekirina derî bi demeke zêde heye û destnîşan kir ku piştî civînên li Şamê hatine lidarxistin niha vekirina wî hatiye paşxistin.

Parêzgar di axaftina xwe de demeke nû ya vekirina derî diyar nekir.

Ajansa me roja înê (12 Hezîran) li ser agahiyên çavkaniyekî agahdar daxuyandibû ku amadekariyên vekirina deriyê Nisêbînê temam bûne û tê texmînkirin ku di vê hefteyê de vebe.

Deriyê Nisêbînê yek ji deriyê sînorî yê girîng di nava Sûriyeyê û Tirkiyeyê de ye. Texmîn e ku vekirina wê tevgera çûn û hatinê hêsan bike û pevguherîna bazirganiya her du aliyan piştî girtina çend salan çalak bike.

(fr)