Li Şamê û Şedadê xwepêşandanên têkildarî xerabbûna rewşa debarê

Li Şamê û Şedadê têkildarî xerabbûna rewşa debarê û bi daxwaza başkirina şert û mercên aborî û misogeriya mafên karmendiyê karkeran xwepêşandan li dar xistin.

Li Şamê û Şedadê xwepêşandanên têkildarî xerabbûna rewşa debarê
14 hezîran, 2026   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên Sûriyeyê li ser xerabbûna rewşa debarê û lawaziya destheqê karkeran xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandêran banga bersivdana daxwaza wan a başkirina rewşa madî û misogeriya mafên wan ên karmendiyê kir.

Girêdayî mijarê, karkerên şîrketa "Medar" di roja 6ˊemîn de gireva xwe didomînin û daxwaza başkirina rewşa debarê û bersivdana daxwazên xwe yên meaş, şert û mercên kar kir.

Hejmarek ji karkeran ji ragihandina xwecihî re diyar kir ku danûstandinên bi rêveberiya şîrketê re tu encam neanîn û destnîşan kir ku rêveberiyê daxwaza wan bi giştî red kir û bi tohmeta birêxistina girevê gefa dûrxistin an jî veguhastina ji cihê kar xwar.

Girêdayî mijarê, çavkaniyên xwecihî diyar kir ku endamên "Ewlekariya Giştî" yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê protestoya karkerên Parzûngeha Petrolê ya Bîra Cibsê ya petrol û gazê ya li Şedadê veqetand. 

Ev tevger di demekê de tên ku gilîyên karkerên li beşên cuda ji kêmbûna hêza kirînê ya mûçeyan û zêdebûna lêçûnên jiyanê zêde dibin.

(fr)