Di êrişa karwana gel de rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya şehîd bû

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî karwana wesayîtên gel a ku berê xwe da Bendava Tişrînê de rêvebera meclisê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed şehîd bû.

Di êrişa karwana gel de rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya şehîd bû
8 ÇILE, 2025   22:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî şehîdbûna rêvebera meclisê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi xemgînî şehadeta rêvebera meclisê Kerem Ehmed El Şeheb El Hemed radigihîne û hat diyarkirin ku Kerem di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî karwana wesayîtên gel a ku berê xwe dida Bendava Tişrînê de şehîd bû.

Her wiha hate destnîşankirin ku Ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya li hemberî şer, bi hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê da Bendava Tişrînê. Dewleta Tirk a dagirker li dijî karwana wesayîtên gel êrişeke hovane pêk anî, di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û hin jî şehîd bûn. Ev êrişa dewleta Tirk nîşaneya hovîtî û armancên wê yên qirêj in.

Meclisê di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kirin û bi "karê terorane ya tirsonak" wesif kir û got dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên di oxira pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê de tê dikoşin, êrişên xwe dewam dike.

Di dawiyê de bang li tevahî jinên azadîxwaz hat kirin ku şehadeta Kerem ji bo tevahî jinan bang e ku divê li hember zulmê dengê xwe bilind bikin û ji tevahî cîhanê re bêjin ew teslîm nabin.

(fr)

ANHA