Îmaratê geştên hewayî ji bo Sûriyeyê rawestanin

Rêhewayên Sûriyeyê ragihand ku geşta balafiran di navbera Sûriye û Îmaratê de rawestiya. Duh geşta yekemîn a piştî ketina rejîma Beşar Esed ji Şamê ber bi bajarê Şarîqa yê Îmaratê ve bi rê ket.

Îmaratê geştên hewayî ji bo Sûriyeyê rawestanin
8 ÇILE, 2025   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Îmaratê ragihand ku hemû geştên hewayî di navbera wê û balafirxaneya Şamê de hatin rawestandin, lê sedemên rawestandinê nehatine aşkerakirin.

Piştî ketina rejîma Beşar Esed, duh geşta yekemîn ji Şamê ber bi balafirxaneya bajarê Şarîqa yê Îmaratê ve bi rê ket.

(mh)