Di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de 87 kes mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li Beyt Lahiya ya li bakurê Xezyê de 87 kes hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de 87 kes mirin
20 cotmeh, 2024   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku artêşa Îsraîlê li herêm Beyt Lahiya ya bakurê Xezayê komkujiyek pêk anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama êrişaê de 87 kes şehîd bûn û zêdetirî 40 kes birîndar bûn. 

Li gorî daxuyaniya rewşa hin birîndaran gelek giran e. Her wiha bi bîr xist ku hinek qurbanî di bin enqazan de û ser  rêyan asê mane, lê tîmên tenduristiyê nikarin xwe bighînin wan.

Wezartê diyar kir ku artêşa Îsraîlê di 24 saetên dawîn de 7 komkujî li Xezayê kirine û diyar kir ku 84 cenaze û 158 birîndar gihiştine nexweşxaneyan.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve (7 Cotmeh 2023), 42 hezar û 603 kes hatine kuştin û zêdetirî 99 hezar û 795 kes jî birîndar bûne.

(bb)