Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Reqayê dest pê kir

Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê li stadyuma Beledî ya li Reqayê dest pê kir.

20 cotmeh, 2024   15:21
REQA

Îro (20 Cotmeh) salvegera 7ˈemîn a rizgarkirina Reqayê ji aliyê QSDˈê ve ji çeteyên DAIŞˈê ye. Bi vê boneyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şahiyeke bi dirûşma "Me bi rihê şehîdan bajarê xwe rizgar kir, em ê heta têkbirina dagirkeriyê û bidestxistina azadiyê têkoşînê bidomînin" li dar dixe.

Pîrozbahî bi stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê hatiye lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên şehîdan, alên QSD, YPG, YPJ, HPC û Asayîşê hatiye xemilandin.

Tevî şêniyên kantona Reqayê, hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Gabrîel Şemûn, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Osman, rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Leşkerî ya Reqayê beşdarî pîrozbahiyê bûne.

Di pîrozbahiyê de wê  axaftinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Leşkerî ya Reqayê werin kirin û çalakiyên hunerî bên lidarxistin.

(bb)

ANHA