Hisên Osman: Em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin

Hisên Osman di pîrozbahiya rizgarkirina Reqayê de axivî û diyar kir ku hêza Rêveberiya Xweser hevgirtina gel e û got, dê destkeftiyên gel biparêzin.

Hisên Osman: Em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin
20 cotmeh, 2024   15:51
REQA

Bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarê Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweserl QSD, Koalîsyona Navneteweyî, rûspiyên eşîran, rêxistinên jin û ciwana û saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî, pîrozbahiya salvegera 7ˈan a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞˈê dewam dike.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman axivî.

Hisên Osman rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞˈê li gelê herêmê pîroz kir û got "Ev rizgarkirin bi biryar û îradeya azad a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û israra şervanên QSDˈê pêk hat. Şervanan di pêngava rizgarkirinê de wateyên mezin ên berxwedan û fedakariyê nîşan ku li  tavahiya cîhanê bûne sembola berxwdanê."

Osman diyar kir ku wekî Rêveberiya Xweser ew bi israr in destkeftiyên gelê xwe biparêzin, şaneyên çeteyên têk bibin û piştevaniya hêzên ewlehî û yên leşkerî bidomînin.

Osman û wiha domand "Em Rêveberiya Xweser hêza me hevgirtin û  piştevaniya gelê me ye. Em teqez dikin ku şerefa civakî ya ku xwe dispêre têgehên neteweya demokratîk û biratiya gelan çarenûsa me ya hevbeş e. Em ê bajarê xwe pêş bixin, ewlehiya wê xurt bikin û nasnameya wê ya azad biparêzin."

Hisên Osman spasiya gelê Reqayê kir ku "Di xebatên jinûve avakirinê de li derdora Rêveberiya Xweser kom bûn û destek dan."

Pîrozbahî bi axaftinan dewam dike.

(bb)

ANHA