Di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de 4 kes hatin kuştin

Di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser başûrê Xezayê de 4 kes hatin kuştin. Her wiha hate zanîn ku 30 kes jî di bin kavilan de mane.

Di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de 4 kes hatin kuştin
26 nîsan, 2025   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Berevaniya Sivîl a Xezayê îro ragihand ku danê sibê di êrişeke asmanî ya Îsraîlê ya li ser bajarê Xezayê de herî kêm 4 kes hatine kuştin û tirs heye ku bêhtirî 30 kes hîn jî di bin kavilan de bin.

Berdevkê Berevaniya Sivîl Mehmûd Besel got: "Tîmên me karîbûn cenazeyên 4 şehîdan û 5 birîndaran derxin. Her wiha da zanîn ku zêdetirî 30 kes di bin kavilan de mane, ku ji ber nebûna alavên pêwîst tîmên me nekarîn xwe bigihînin wan.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hemasê, ji destpêka şer û vir ve hijimara kuştiyan li Xezayê gihaştiye 51 hezar û 439 kuştiyan.

(k)