Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de 67 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî bajarê Bîqa yê li rojhilatê Lubnanê de 67 kes hatine kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de 67 kes hatin kuştin
29 cotmeh, 2024   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên duh ên Îsraîlê yên li dijî bajarokên Bîqa yê rojhilatê Lubnanê de 67 kes hatine kuştin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne.

Çapemeniya Lubnanê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek li bajarokê Tariyê yê Bîqa motorsîklêtek û li pêşiya mala serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî ya li bajarokê Tebnîn ê başûrê Lubnanê jî bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Sûrê depoyên çekan, moşek, avahiyên leşkerî û çavdêriyê yên yekîneyîn leşkerî yên Hizbullahê bombebaran kirine. Artêşê diyar kir ku tankên wan li derdora bajarokê Xeyam ê başûrê Lubnanê bi pêş de diçin.

Hizbullahê jî ragihand ku wê li devera Menare êrişî kombûneke leşkerên Îsraîlê, tankek, wesayîtên wan kirine. Her wiha diyar kir ku wê li kombûneke din a leşkerên Îsraîlê ya li Kesara Kefer Ciladî ya li bakurê Filistînê û devera Zerît xistiye.

(şx/bb)