Îsraîlê careke din sînorê Sûriye-Lubnanê bombebaran kir

Hate zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê careke din gundewarên El Qisêr û deriyê sînor ê di navbera Sûriya û Lubnanê de bombebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 kes hatine kuştin.

Îsraîlê careke din sînorê Sûriye-Lubnanê bombebaran kir
29 cotmeh, 2024   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku Îsraîlê deriyê Cûsiye yê di navbera Sûriya û Lubnanê de û gelek erebe bombebaran kirine.

Li gorî şêniyan, balafiran erebeyên li nêzî gundê Nîzariye yê bajarê Qisêr ê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê û deriyê Cûsiye bombebaran kirine. Hate zanîn ku di encama bombebaranê de 2 kes ku di erebeyan de bûn, hatine kuştin.

25ˈê Cotmehê jî balafirên şer ên Îsraîlê nuqteya îstîxbarata leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ya li nêzî deriyê Cûsiyê de bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de de 3 endamên îstîxbarata leşkerî hatibûn kuştin.

Li gorî SOHR’ê, artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal ve 130 êriş (106 hewayî û 24 bejahî) li ser xaka Sûriyeyê pêk anîne.

(şx/bb)