Artêşa Rizgariya Belûçistanê êrişên li Pakistanê girtine ser xwe

Artêşa Rizgariya Belûçistanê êrişên li Pakistanê ku di encamê de 51 kes hatin kuştin, girtin ser xwe.

Artêşa Rizgariya Belûçistanê êrişên li Pakistanê girtine ser xwe
27 tebax, 2024   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina ‘Artêşa Rizgariya Belûçistanê’ a li Pakistanê êrişên li başûrê rojavayê welat girtin ser xwe.

Rêxistinê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê êrişên dîtir bike û destnîşan kir ku 800 şervanên wê yên baş hatine perwerdekirin di qonaxa yekemîn a êrişan de cih girt.

Rêxistinê her wiha diyar kir ku 4 çalakvanên xwekuj ku yek jê jin e, beşdarî êrişa li dijî baregeha mezin a nîvleşkerî bûne.

Polîsên Pakistanê ragihandibû ku di êrişa roja yekşemê de 14 jê berpirsên ewlehiyê, 23 kes ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin.

Serokwezîrê Pakistanê di civîna parlamentoyê de ku duh (26 Tebax) hatibû lidarxistin, gotibû "Dê diyalogên aştiyê li gel serhildêrên çek li dijî dewletê rakirine, sivîl qetil kirine, çênebin."

Li Belûçistanê tevî ku bi çavkaniyên xwe yên xwezayî dewlemend e, lê xizanî heye. Serhildêrên Belûçistanê daxwaza xweseriyeke zêdetir dikin û dixwazin çavkaniyên gaz û madenê yên eyaletê kontrol bikin û bi awayekî adilane werin parvekirin.

(bb)