Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Artêşa Îsraîlê bajarokê Hola yê başûrê Lubnanê bombebaran kir. Hate zanîn ku di encamê bombebaranê de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê kesek mir, 2 kes birîndar bûn
16 îlon, 2024   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişeke hewayî ya  artêşa Îsraîlê ya li dijî başûrê bajarokê Hola yê başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Ajansa National News a Lubnanê  jî destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê li derdora Geliya Hesen û Şehîn ê navçeya Siwer ê başûrê Lubnanê daye.

(bb)