Di êrişa Îsraîlê de li Xezayê 5 polîs hatin kuştin

Di encama êrişeke hewayî ya Îsraîlê li ser cihekî ewlehiyê, li Xezayê 5 polîs hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de li Xezayê 5 polîs hatin kuştin
23 gulan, 2026   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsê Xezayê îro ragihand ku 5 ji efserên wan di êrişeke hewayî ya Îsraîlê de li dijî cihekî ewlehiyê li bakurê Xezayê, hatine kuştin.

Di daxuyaniyekê de, polîsan got ku balafirên Îsraîlê yek ji cihên wan ên li herêma El Tûam, ku di navçeya Sûdaniya bakurê bajarê Xezayê de ye, bombebaran kirin, di encamê de 5 efser hatin kuştin û hinek  jî birîndar bûn.

(k)