Li Şamê malek şewitî 2 zarok mirin

Li taxa Tedamun a Şamê malek şewitî û di encamê de 2 zarok mirin û xwişka wan û bavê wan birîndar bûn.

Li Şamê malek şewitî 2 zarok mirin
23 gulan, 2026   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a hikûmeta demkî, diyar kir ku li taxa Tedamun a Şamê malek şewitî û di encamê de 2 zarok mirin û xwişka wan bavê wan birîndar bûn.

Tîmên Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatan a Şamê agir vemirandin û cenazeyên zarokan derxistin, paşê radestî tîmên bijîşkî yên Rêveberiya Tenduristiyê kirin. Cenazeyên zarokan û her du birîndar veguheztin Nexweşxaneya El Muctehid.

(k)