Waliyê Hesekê û serkeşe Melatius Şattahî civiyan

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û serkeşe Melatius Şattahî û şandeya pê re, girîngiya pêşvebirina nirxên welatîbûnê û yekitiya neteweyî û rêbazên hevkariya ji bo xizmetkirina civakê nîqaş kirin.

Waliyê Hesekê û serkeşe Melatius Şattahî civiyan
Waliyê Hesekê û serkeşe Melatius Şattahî civiyan
Waliyê Hesekê û serkeşe Melatius Şattahî civiyan
Waliyê Hesekê û serkeşe Melatius Şattahî civiyan
23 gulan, 2026   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku li ser rûpela Facebookê ya Parêzgariya Hesekê hatine weşandin, parêzgar Nûredîn Ehmed li avahiya parêzgariyê bi amadebûna şandeyeke dêrê, pêşwaziya serkeşe (arşîmandrît) Melatios Shattahî ê rêveberê giştî yê Daîreya Têkiliyên Ekumenîk û Geşepêdana Patrîkxaneya Ortodoks a Antakya û Hemû Rojhilat kir.

Di civînê de her du aliyan rola girîng a neteweyî ya dêran di xurtkirina nirxên hemwelatîbûn û yekitiya neteweyî, aştiya navxweyî û çandeke têgihîştin û biratiyê di navbera beşên cuda yên civakê de vegotin. Her wiha behsa rêbazên tevkariyê kirin û bernameyên ku bikevin xizmeta civaka xwecih û xebata hevbeş pêş bixe, nîqaş kirin.

(bb)