Di êrişa Îsraîlê de ji malbatekê 10 kes hatin kuştin

Li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezayê di êrişa artêşa Îsraîlê de 10 kes ji malbatekê hatin kuştin ku 7 jê zarok in.

Di êrişa Îsraîlê de ji malbatekê 10 kes hatin kuştin
11 nîsan, 2025   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Parastina Sivîl a Xezayê da zanîn ku hêzên Îsraîlê barbanga îro êrişeke hewayî li bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Xezayê kir. Hate diyarkirin ku di encama êrişê de 10 kes ji malbatekê hatin kuştin ku 7 jê zarok in.

Berdevkê Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel got: "Balafira şer a Îsraîlê berbanga Înê li taxa Miheta ya naverasta Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê mala El Fera bombebaran kir. Ji malbatê 10 kuştî ku di nav de 7 zarok hene, veguhastin Nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnisê."

17’ê Adarê artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên hewayî li dijî Xezayê dîsa dan destpêkirin û îdia dike ku ew li Hemasê dide.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di êrişên Îsraîlê de ji 17’ê Adara îsal ve, bi kêmanî hezar û 500 filistînî hatine kuştin. Bi vê yekê hejmara kuştiyên filistînî ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve (Cotmeha 2023’yan) ve digihêje 50 hezar û 886’an.

(bb)