Di êrişa Îsraîlê de 3 endamên Hizbullahê Lubnanî hatin kuştin

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Lubnanê di êrişa hewayî ya Îsraîlê de 3 endamên Hizbullahê Lubnanî hatine kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de 3 endamên Hizbullahê Lubnanî hatin kuştin
2 adar, 2024   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Sky News`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên leşkerî yên lubnanî ragihand ku Îsraîlê erebeyek li herêma Naqûra ya başûrê Lubnanê bombebaran kiriye û di encamê de 3 endamên Hizbullahê Lubnanî yên di erebeyê de bûn, hatin kuştin.

Heman çavkaniyan aşkera kir ku kesên hatine hedefgirtin ev in; Hizên Bedewî, Ebas Xelîl û Farûq Hereb ên ji bajarokê Dêr Qanûn, Semaiye û Helûsiyê ne.

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku balafireke bêmirov a Îsraîlê erebeyek li ser rêya Naqûre bombebaran kiriye û di encamê de 3 kesên hatine kuştin û êriş bi 3 moşekan pêk hatiye.

(şx)