Li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê pêşangehek hat vekirin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Firatê bi boneya 8’ê Adarê pêşangeheke wêneyan vekir.

2 adar, 2024   13:42
KOBANÊ

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Firatê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşangeheke wêneyan vekir. Pêşangeh bi dirûşma "Bi qeşengiya rengan, em ê keziyên azadiyê bixemilînin" li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hatiye vekirin.

Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Firatê Rodîn Yûsif 8’ê Adarê li jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Bi fikir û felsefeya Rêber Apo, bi giyanên şehîdan, li dayikên şehîdan û li hemû jinên têkoşer, bi saya wan em îro vê rojê pîroz dikin. Dema ku civakekê nas bikî, divê lêkolîn bikî û bişopînî. Jixwe jina ku di mal de nikaribû xwe îfade bikira, îro bi êşa xwe û êşa civaka xwe bi rêya tabloyên xwe îfade dike.”

Wêneyên hatine pêşandan balê dikişînin ser çanda jinan û berxwedana wan. Her wiha portreyên şervanên YPJ’ê têne pêşandan.

Pêşangeh dê heta danê êvarê dewam dike.

(sş)

ANHA