Leşkerekî Îsraîlê li başûrê Lubnanê hat kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku leşkerekî wê li başûrê Lubnanê hatiye kuştin.

Leşkerekî Îsraîlê li başûrê Lubnanê hat kuştin
15 gulan, 2026   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya îro ragihand ku çawişê pileya yekem Negev Dagan (20) di şerên li başûrê Lubnanê de hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya artêşê, ji destpêka şerê li dijî Hizbullahê ve (Adar 2026) ve 20 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Li gorî hikumeta Lubnanê jî, di êrişên dema dawîn ên Îsraîlê de nêzî 2 hezar û 800 kes hatine kuştin, di nav de bi kêmanî 200 zarok hene.

(bb)