Di êrişa dijî karwana gel de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî karwana wesayîtên gel a ku berê xwe da Bendava Tişrînê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrişa dijî karwana gel de 3 sivîl şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn
8 ÇILE, 2025   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dewleta Tirk karwana wesayîtên gel a ku vê sibehê berê xwe da Bendava Tişrînê bombebaran kir, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Şehîd û birîndar rakirin nexweşiyên herêmê. Li gorî agahiyan 3 sivîl şehîd bûn, 15 sivîl jî birîndar bûn û rewşa hinek birîndaran jî giran e.

Ajansa me navên hin birîndaran bi dest xistin û wiha ne: Diyar Mihemed Hecî, Mihemed Mistefa Eqil, Hisên Salim Silêman, Mistefa Mehmûd Yûsif, Arif Elî Ehmed, Mihemed Enter Beko, Delîl Ebdullah Mihemed (birîna xwe giran e), Aldar Ebdulezîz Îbrahîm, Şeyda, Necîb Berkel, Mesûd Fetah Eqîl, Mihemed Osman Daban, Mehmûd Hesen Şahîn,  Fehya Elî û Îbrahîm Salih.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker beriya karwansa wesayîtên gel bigihîne Bendava Tişrînê bombebaran kiribû.

(fr)

ANHA