193 malbatên Iraqî ji kampa Holê derketin

193 malbatên Iraqî ku 715 kesan pêk tê îro ji kampa Holê derket û bi ber Iraqê ve çûn.

193 malbatên Iraqî ji kampa Holê derketin
193 malbatên Iraqî ji kampa Holê derketin
193 malbatên Iraqî ji kampa Holê derketin
193 malbatên Iraqî ji kampa Holê derketin
8 ÇILE, 2025   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hemahengiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekarî û Penaberan a parlamentoya Iraqê de, 193 malbatên Iraqî ku ji 715 kesan pêk tê ji kampa Holê ya li nêzî sînorê Sûriye û Iraqê derketin.

Malbat saet di 15:00'an de ligel Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Koalîsyona Navneteweyî ber bi xaka Iraqê ve ketin rê.

Îsal ev koma malbatên Iraqî ya yekemîn e ku ji kampa Holê ber bi Iraqê ve diçe.

(mh/fr)

ANHA