Di êrişa dagirkeriyê de 5 şervanên QSDˋê şehîd bûn

QSDˋê ragihand ku piştî êrişên dawîn ên li dijî Bendava Tişrîn û derdora wê hatin têkbirin, dewleta Tirk adagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, di encamê de 5 şervanên QSDˋê şehîd bûn.

Di êrişa dagirkeriyê de 5 şervanên QSDˋê şehîd bûn
21 kanûn, 2024   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD), piştî ku êrişên çeteyan li dijî Bendava Tişrîn û derdora wê ya başûrê Kobanê hatin têkbirin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.

Navendê ragihand ku di encama êrişên hewayî û bejahî de 5 şervanên QSDˋê şehîd bûn.

Her wiha navendê aşkera kir ku, "Piştî hêzên me êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê ji du aliyan ve têk birin, bi dehan ji wan kuştin, gelek tank û wesayîtên wan ên zirxî rûxandin, dagirkeriyê êrişên xwe yên bejahî û hewayî li dijî herêmê zêde kirin. Di encamê de 5 şervanên me şehîd bûn."

(fr)

ANHA