Rêveberiya Xweser sersaxî da gelê Almanyayê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî bûyera hedefgirtina welatiyan sersaxî da malbatên mexdûran.

Rêveberiya Xweser sersaxî da gelê Almanyayê
21 kanûn, 2024   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyama sersaxiyê da gelê Almanyayê.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji mexdûrên bûyera terorî ya li dijî welatiyên sivîl li bajarê Magdeburg ê Almanyayê re û saxî ji birîndaran re hat xwestin.

Di berdewama daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser hedefgirtina welatiyan li Almanya û tevahî welatan şermezar kirin û diyar kir ku ew tevahî şêweyên tundrawî û terorê red dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta Almanyayê ji welatên pêşîn ên destek da Rêveberiya Xweser û wiha hat gotin: "Em jî piştgiriya xwe ji we re nîşan didin û teqeziyê bi domandina xebata hevbeş a li dijî tundrewî û terorê didin."

(mh/fr)