Birîndarê êrişa Til Birakê kêliyên bûyerê vedibêje

Welatiyê ku di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li başûrê Til Birakê de birîndar bûye destnîşan kir ku dema wan erkê xwe yê mirovî ji bo alîkariya welatiyan pêk dianî, ew hatin hedefgirtin û got, "Dewleta Tirk li herêmê tirsê belav dike û nahêle welatî kar û barên xwe yên rêxistinî bikin."

Birîndarê êrişa Til Birakê kêliyên bûyerê vedibêje
21 kanûn, 2024   20:06
QAMIŞLO

Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Hol - Til Birakê ya kantona Cizîrê erebeyek hedef girt, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û yek jî birîndar bû. Kesê birîndar bûye serokê Meclisa Rûspiyan a Til Birakê Bunyan Hesnawî Cedûh e.

Ji nexweşxaneyê Cedûh ji nûçegihanên ajansa me re behsa kêliyên bûyerê kir û got: "Dema ku komîteyek a Meclisa Rûspiyan ji bo pêşkêşkirina alîkariyê berê xwe da gundên çiyayê Kewkebê balafireke bêmirov êrişek pêk anî."

Bunyan wiha domand: "Piştî vekişîna hêzên rejîma Sûriyeyê rewşa wan gundan xerab bû, ji bo serdana şêniyan û pêşkêşkirina alîkariyan jî 2 komîte ku her yek ji 5 endaman pêk tê, hatin avakirin."

Bunyan diyar kir ku armanc ji serdanê ew bû ku pêdiviyên sereke ji welatiyan re werin pêşkêşkirin.

Bunyan wiha li gotina xwe zêde kir: "Em ketibûn rêya gundên çiyayê Kewkebê, ji nişkê ve balafirê em hedef girtin, erebe teqiya û hevkarên min şehîd bûn û ez jî birîndar bûm."

ˋARMANCA DAGIRKERIYÊ TIRSÊ BIXE NAVA WELATIYANˊ

Bunyan destnîşan kir ku armana dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina sivîlan û saziyên sivîl ên herêmê tires bixe nava welatiyan û tevliheviyekê çêke û wiha pê de çû: "Berdêl çi dibe bila bibe em tu carî dev ji erkê xwe yê alîkariyê bernandin."

Der barê rewşa xwe ya tenduristî de, Bunyan got: "Birîna min ne zêde giran e, ez ê çend saetên din ji nexweşxaneyê derkevim. Ez spasiya tîmên nexweşxaneyê dikim. Piştî ez derkevim ez ê yekser vegerim ser karê xwe û xizmeta şêniyan bikim."

(mh/fr)

ANHA