Di êrişa bejayî ya Îsraîlê de 37 kes hatin kuştin

Di êrişên asîmanî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 37 kes hatin kuştin. Di heman demê de êrişa bejahî jî berfireh bû

Di êrişa bejayî ya Îsraîlê de 37 kes hatin kuştin
17 îlon, 2025   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), roja çarşemê herî kêm 37 kes hatin kuştin, di nav wan de 24 kes li bajarê Xezayê.

WAFAˊyê, li ser zimanê çavkaniyên bijîşkî diyar kir ku di topbarana dijî konekî koçberan a li herêma Mewasî ya Xan Yûnisê ya Xezayê de, 3 kes ji heman malbatê hatin kuştin.

Mêrek, hevjîna wî ya ducanî û keça wan jî di topbarana ser xaniyek li kampa penaberan a Nuseyrat li navenda Xezayê de hatin kuştin.

Li taxa Til El Hawa, li başûrê bajarê Xezayê di topbara ser avahiyekê de 2 kes hatin kuştin û çend jî birîndar bûn.

Li taxa Şêx Ridwan, li bakur rojavayê Xezayê, topên Îsraîlê avahiyek niştecih hedef girtin, di encamê de kuştî û birîndarî çêbûn.

Artêşa Îsraîlê avahyek û xaniyek topbaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Rojnameya Times of Israel ragihand ku ji destpêka operasyona bejayî ve nêzîkî 400 hezar Filistînî ji bajarê Xezayê derketine.

(k)