Civîna 10’an a komîsyonê dest pê kir

Civîna 10’an a "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" dest pê kir.

Civîna 10’an a komîsyonê dest pê kir
17 îlon, 2025   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna 10’an a "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye vekirin, dest pê kir. Di civînê de dê li akademîsyenan were guhdarîkirin û beriya civînê dê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diaxive.

Di rûniştina destpêkê ya civîna 10’emîn de komîsyon dê li Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglû, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk, Doç. Dr. Çerag Esra Çuhadar; di rûniştina duyemîn de jî dê li Fatih Ulusoy, Huseyîn Oruç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkun û Prof. Dr. Talha Kose guhdarî bike.