Di encama şerê Îsraîlê de hejmara kuştiyan li Xezayê gihişte 53 hezarî

Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara kesên di bombebarana Îsraîlê ya li ser Xezayê de gihîşte nêzîkî 53 hezar kesan, gelek qurbanî jî di bin kavilan de mane.

Di encama şerê Îsraîlê de hejmara kuştiyan li Xezayê gihişte 53 hezarî
9 gulan, 2025   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezyaê îro ragihand ku di encama bombebarana berdewam a Îsraîlê de di 24 saetên borî de, 27 kes hatin kuştin û 85 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ji 18ê Adarê û vir ve ku operasyonên Îsraîlê dîse est pê kirin heta niha 2 hezar û 678 filistînî hatin kuştin û 7 hezar û 308 kes jî birîndar bûne.

Wezaretê her wiha destnîşan kir ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve jimara kuştiyên Filistînê gihişt 52 hezar û 787 kesan û 119 hezar û 349 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê diyar kir ku rewşa mirovî li Xezayê metirsîdar e, ku hêjî hejmarek qurbaniyan di bin kavil û xirbeyan û li kolanan de mane, tîmên ambûlans û berevaniya sivîl nikarin xwe bigihin wan û alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin.

(k)