Pervîn Bûldan ji bo kongreya PKK’ê: Bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan kongreya PKK’ê wek kongreyeke dîrokî pênase kir û anî ziman ku ji Rêber Abdullah Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye û wê Erdogan têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.

Pervîn Bûldan ji bo kongreya PKK’ê: Bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
9 gulan, 2025   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Heyeta Îmrali ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan têkildarî kongreya ku PKK’ê pêk anî ji Ajansa Mezopotamyayê axivî. Bûldan a kongre weke ‘dîrokî’ pênase kir ev got: “Bi îhtimaleke mezin ragihandineke teknîkî hebû ka Rêber Abdullah Ocalan beşdarî kongreyê bûye yan na.” Bûldan her wiha da zanîn ku Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan wê li ser mijarê daxuyaniyekê bide.

‘Dîrokî ye’

Pervîn Bûldan da zanîn ku ew di serdemeke gelekî dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Em dizanin ku her kes li benda kongreya dîrokî ya PKK’ê bû. Ji bo aştî were Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê demokrasî pêk were, pêwîstî bi vê kongreyê hebû. Dema me bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî behsa girîngiya pêvajoyê û li Tirkiyeyê pêkhatina aştiyê kir. Digot pêwîstî bi tiştek wiha heye. PKK’ê ragihand ku kongreya xwe pêk anî û ji bo Tirkiyeyê ser xêrê be. Ji niha û pê ve jî wê kevirên aştiyê bên danîn. Dê pêngavên dîrokî bên avêtin. Bi îhtîmaleke mezin dê bendewarî pêk werin. Ji ber vê yekê pêwîst e girîngiyeke dîrokî bidin vê yekê. Ji bo me hemûyan bi xêr be.”

‘Ragihandineke teknîkî çêbûye’

Pervîn Buldan der barê ka Rêber Abdullah Ocalan beşdarî kongreyê bûye yan na wiha got: “Bi îhtimaleke mezin ragihandineke teknîkî çêbûye. Ez naxwazim zêde bikevim hûrgilîyan. Ji ber ku hê jî rêyeke me ya dirêj heye. Bi ya min divê daxuyaniyên ku emê bidin bi baldarî werin kirin. Bi ya min divê zirarê nede pêvajoyê. Ji ber vê yekê, heta ku ev pêvajo bi temamî bi ser bikeve, divê em ji bo axaftinên xwe baldar bin. Dema em bala xwe bidin daxuyaniyên hatine dayîn, îhtimal heye ku di rojên pêş de ravekirineke hîn berfirehtir were kirin. Lê ev yek bi xwe jî ravekirineke girînge. Ez neçarim behsa rola Sirri Sureyya Onder bikim. Xwezî wî jî ew bidîta. Xwezî wî bikaribûya şahidiya van rojan bikira. Wî gelek ked da. Ez niha li Semsûrê di taziyeya wî de me. Careke din em bi hurmet bejna xwe li ber ruhê wî ditewînin. Em vê diyarî serok Sirri dikin. ”

Erdogan wê daxuyaniyê bide

Pervîn Bûldan diyar kir ku Serokkomarê Tirkiye Erdogan wê li ser mijarê daxuyaniyekê bide û got: “Ewê jî di demeke kurt de daxuyaniyekê bide. Ez naxwazim li ser vê yekê nirxandinekê bikim. Lê belê bi ya min Birêz Serokkomar wê di demeke kurt de daxuyaniyekê bide.”