Fransa û Polonyayê peymana dostaniyê û hevkariyê îmze kir

Fransa û Polonyayê peymana dostaniyê û hevkariyê îmze kir, ev peyman a çaremîn e ku ji aliyê Fransayê ve hatiye îmzekirin.

Fransa û Polonyayê peymana dostaniyê û hevkariyê îmze kir
9 gulan, 2025   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa France-Presse, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk îro peymana dostaniyê û hevkariyê îmze kir, ev peyman dê rola Polonyayê li Ewropayê li hember Rûsyayê zêde dike.

Parîsê beriya niha peymanên bi heman neverokê bi Almanya, Îtalya û Spanyayê re îmze kiribû.

(k)