Di demeke nêzîk de parka navendî ya Tebqayê vedibe

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji sedî 85 xebatên amadekirina parka navendî bi dawî kiriye. Çav li rê ye ku di çend rojên bê de park were vekirin.

Di demeke nêzîk de parka navendî ya Tebqayê vedibe
Di demeke nêzîk de parka navendî ya Tebqayê vedibe
Di demeke nêzîk de parka navendî ya Tebqayê vedibe
Di demeke nêzîk de parka navendî ya Tebqayê vedibe
Di demeke nêzîk de parka navendî ya Tebqayê vedibe
Di demeke nêzîk de parka navendî ya Tebqayê vedibe
Di demeke nêzîk de parka navendî ya Tebqayê vedibe
Di demeke nêzîk de parka navendî ya Tebqayê vedibe
14 mijdar, 2023   06:48
TEBQA
SELAM KÊRWAN

Jinûve amadekirina parka navendî ya Tebqayê yek ji projeyên plansaziya 2023′yan a Komîteya Jîngehê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ye. 

Parka navendî ya Tebqayê ku firaniya wê 10 donim e, xwedî cihekî stratejîk e, ji ber ku li ser rêya giştî ya navbera gundan, taxan û rêya navneteweyî ye.  Ev girîngî dihêle ku park bibe cihê bêhndanê û meqseda şênî û rêwiyan.

Xebatên jinûve avakirina parkê di Îlona îsal de dest pê kiribû. Komîteya Jîngehê kerîdorên parkê bi kevirê enterok sererast kir. Dirêjahiya her kerîdorekê 200 mître ye. Her wiha hewzek avê  bi dirêjahiya 6 metreyan ava kir ku kursî û sîwan li derdorê daniye. Dîsa jî park hatiye ronîkirin û zemîna wê bi gîhayê çêkerî hatiye raxistin. Komîteyê  200 darên serû, 700 darên merx û xurme û cureyên dîtir li parkê çandine.

Hevserokê Komîteya Jîngehê Cemal Ebdulletîf diyar kir ku xebatên amadekirina parkê ji sedî 85 bi dawî bûye û got, di qonaxa yekemîn de sûr hat avakirin û di qonaxa duyemîn de dar hatin çandin, kursî û alavên parkê hatine bi cihkirin.

Li gorî komîteyê, di çend rojên bê de dê par were vekirin.

(bb)

ANHA