Li herêmên Şamê gendeliya di belavkirina mazotê de 

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, ji ber gendelî û cudekariyê gelek malbat ji mazota ji bo germkirinê bê par têne hiştin û malbatên din jî nameya wergirtinê dereng bi dest dixin. Ji vê zêdetir miqdara mazotê ya tê belavkirin têra zivistanî nake.

Li herêmên Şamê gendeliya di belavkirina mazotê de 
Li herêmên Şamê gendeliya di belavkirina mazotê de 
Li herêmên Şamê gendeliya di belavkirina mazotê de 
Li herêmên Şamê gendeliya di belavkirina mazotê de 
Li herêmên Şamê gendeliya di belavkirina mazotê de 
Li herêmên Şamê gendeliya di belavkirina mazotê de 
14 mijdar, 2023   05:46
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Bi hatina zivistanî re êş û zehmetiyên niştecihên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de zêde dibe. Hikumeta Şamê tu tedbîran nagire, berovajî vê yekê para malbatan a mazota ji bo germkirinê kêm dike ku di esas de kêm e.

Di sala 2021′ê de hikumeta Şamê para şêniyan a mazotê ya ji bo germkirinê ji 200 lîtreyan daxist ku li gorî 4 beşan belav dikir. Lê şêniyan pirî kêm çareya ewil tenê bi dest xistin. Di sala 2022′yan de par daxist 100 lîreyan, lê îsal du paran an ku 50 lîtreyan tenê dide her malbatekê

Para her malbatekê 50 lître mazot e ku bi rêya kertên destekirî bi 105 hezar lîre tê belavkirin. Nameyên wergirtina mazotê gelek dereng tên. Ji bo wê şênî neçar dibin rişwetan bidin ji bo ku siraya wan zû were û mazotê bi dest bixin. 

Ev miqdar têra 10 rojan nake. Li kêleka wê jî, di zivistanê de bernameya teqnînê yan jî kêmkirina saetên kehrebeyê girantir dibe ku her 20 saetan kehrebe carekê tê. Ji ber wê şêniyên wan herêman neçar dibin ku mazotê ji sûka reş dabîn bikin.

Hikumeta Şamê di navbera Tebax û Îlonê de nirxên sotemeniyê 2 caran zêde kirin lîtreya mazotê gihaşt 13 hezar lîre, li beramberê li sûka reş jî 17 hezar lîre ye.

“SALEK DERENG MA ÎSAL WÊ JI SALÊN BERÊ NE CUDA BE”

Welatiyê bi navê E.M. yê li Helebê dimîne û ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike, ji ber ku heta niha para xwe ya mazotê wernegirtiye, bi gazinc e.

E.M. wiha domand: “Zivistan li ber derî ye. Sala borî, piştî nîvê zivistanê min para xwe ya mazotê wergirt. Lê xuyaye îsal jî ji par ne cuda ye.”

E.M. bi bîr xist ku sala borî, şênî zivistan bê mazot derbas kir. Ji rewşa heyî jî xuya dibe ku îsal jî, hema çîrok dubare dibe ku şênî heta niha para xwe ya mazotê wernegirtine.

E.M. diyar kir ku ji ber nebûna mazotê û ji ber ku nikare mazotê ji sûka reş bikire, xwe bi bataniyan pêçan e û wisa zivistan derbas kirine.

NE KEHREBE NE JÎ SOTEMENÎ

Welatiyek din jî ku nexwest navê xwe aşkera bike got 50 lître mazot, têrê nake û çiqas mazotê kêm bişewtînin jî lê heta dawiya zivistanê têra wan nake.

Heman welatî wiha domand: “Heke kehrebe hebûya, me yê xwe bi amûrên germkirinê, germahî peyda bikira lê kehrebeya heyî, xizmeta rewşa me nake.”

Piraniya şêniyên herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de hêvî dikin ku nameyên (message) wergirtina mazotê bigihêje wan.

Hin çavkaniyên dezgehên çapemeniyê yên xwecih, xebatên belavkirina mazotê li ser endamên partiya Baasê dest pê dikin, dûre malbatên Dîfa El Watanî, xizmên wan. Li aliyekî din gelek malbat hene para xwe bi dest naxin.

(bb-şx)

ANHA