Di çapemeniya erebî û cîhanî de pêngava dîrokî ya gerîlayan

Çapemeniya cîhanî û erebî cih da pêngava Rêveberiya Tevgera Azadiyê ku hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê, li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike vekişîne.

Di çapemeniya erebî û cîhanî de pêngava dîrokî ya gerîlayan
26 cotmeh, 2025   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Tevgera Azadiyê vê sibehê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan dest bi vekişîna hêzên xwe yên li Tirkiyê kiriye. Rêveberiyê da zanîn ku ev gav di çarçoveya biryarên kongreya 12emîn de hatiye avêtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin "Li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn ku plan kiriye, em hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan jî em pêk tînin. Beşek ji komen gihîştine Qadên Parastina Medyayê vê gavê li vê derê ne û bi xwe beşdarî vê daxuyaniyê dibin. Her weha li qadên sînor jî li cihên ku rîska pevçûnê lê heye û mewziyên ku ew ê rê li ber provokasyonên muhtemel veke jî tedbîrên sererastkirinê yên weke vê tên girtin."

Rojname û ajansên nûçeyan yên erebî û yên cîhanî yên ku bi zimanê erebî weşanê dikin cihekî girîng da biryara tevgerê.

Rojnameyên El Nehar a Lubnanê, Şerq El Ewsat, El Zeman, El Erebî El Cedîd, El Xelîc, El Moodon, malpera Sky News Arabia û Ajansa AFP’ê jî bi manşeta “Partiya Karkerên Kurdistanê vekişîna tevahî hêzên xwe ji Tirkiye ber bi bakurê Iraqê ve radighîne’’ cih da pêngava dîrokî ya gerîlayan.

(bb)