Hêzên Piştevaniya Lezgîn kontrolkirina Faşir û Darfor ragihand

Hêzên Piştevaniya Lezgîn ragihand ku wê bajarê Faşir û Darforê yên rojavayê Sûdanê kontrol kirine.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn kontrolkirina Faşir û Darfor ragihand
26 cotmeh, 2025   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Piştevaniya Lezgîn ragihand ku wê baregeha Firqeya 6’an û biryargehên dawîn ên artêşê yên li bajarên Faşir û herêma Darfûr ên rojavayê Sûdanê kontrol kirine.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û got, dê bi hemahengiya hikumeta hevgirtina "Damezrîner" re li ser peydakirina  parastina sivîlan û hêsankirina vegera koçberan li malên wan û peydakirina pêdiviyên wan ên sereke bixebitin.

Artêşa Sûdanê der barê rewşê de heya niha tu daxuyanî nedaye.

Çavdêr destnîşan dikin ku kontrolkirina Faşir tê wateya kontrolkirina tevahî herêma Darforê, di nav de xeta yekemîn a parastinê ya rojava ya herêmên Sûdanê. Bi vê yekê bandora wê digihîje eyaletên Kordofan, bakur û Çemê Nîlê.

 Herêma Darforê,  ku firehiya wê 493 hezar kîlometreçargoşe ye bi qasî ji sedî 17 nifûsa  Sûdanê (48 milyon) ye. Darfor ku bi sînorên Lîbya, Çad, Komara Afrîkaya Navîn û Sûdana Başûr re ye xwedî girîngeiyeke stratejîk e.

(bb)